Şervanên YPJ’ê: Emê bi keziyên xwe rûmeta xwe biparêzin

Şervanên YPJ’ê ku li Hesekê ji bo parastina gel di cebheya herî pêş de ne, li hember jêkirina keziya şervana jin nerazîbûna xwe bi gotinên : “Emê bi keziyên xwe rûmeta xwe biparêzin” anîn ziman.

Hesekê - Bi rojan e êrîşên çeteyên HTŞ’ê û DAÎŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Li vir şervanên YPJ’ê di cebheya herî pêş de parastina gel dikin.

 Şervanên YPJ’ê yên li Hesekê di çeperan de ne, bersiva pirsên nûçegîhana ajansa me Bêrîvan înatcî dan.
Berfîn Kendal diyar kir ku ji bo gelê xwe biparêzin, li Hesekê her tiştê ji destê wan tê, dikin û wiha got: “Em parastina gelê xwe dikin. Em tu car nahêlin ku çete bikevin Hesekê. Ji bo wî jî, heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe, emê parastina gelê xwe û axa xwe bikin. Ez bang li hemû gelê me yê bakûr, başûr û rojava dikim. Bila hemû dest bi meşê bikin û berê xwe bidin Rojava. Bila sînor derbas bikin, parastina gelê xwe bikin, parastina şervanên xwe bikin.”
Berfîn Kendal destnîşan kir ku ne şervan bê milet dibe ne jî milet bê şervanên xwe dibe û wiha domand: “Lewma jî ez ji hemû gelê me yê li derve, dixwazim ku berê xwe bidin Rojava û hem parastina şervanên xwe bikin, hem jî gelê xwe biparêzin.”

‘Emê heya dawiyê liberxwe bidin’
Sîmav Dêrika YPJ’yê jî da zanîn şerê ku dawiyê li Rojava derketiye, şerekî pir giran e. Sîmav destnîşan kir ku zextek pir giran li ser Kurdan heye û wiha pê de çû: “Lê em nahêlin ku dijmin vê zexta li ser gelê me bimeşîne. Emê heya dawiyê liberxwe bidin, emê heta dawiyê rûmeta xwe biparêzin, heya dawiyê şerefa xwe biparêzin. Em nahêlin ku bihustek ji axa me bikeve destê dijmin. Lewma jî em bang li hemû ciwanan dikin, bang li hemû gelê xwe dikin. Bila tevlî vê şoreşa Rojava bibin.”

‘Em gelê Kurd tu car namirin, em mirinê dikujin’
Sîmav ne tenê gelê Kurd, bang li hemû pêkhateyan kir û wiha got: “Gelên ku dixwazin bi rastî azad bijîn, bila werin tevlî şoreşa Rojava bibin. Ger ku em vê şoreşê biser bixin, hemû gel, hemû pêkhate dê azad bijîn. Em gelê Kurd tu car namirin. Lewma jî em bang li hemûya dikin ku tevlî vê şoreşê bibin.”
Sîmav li hember jêkirina keziya şervanek jin ku endamek çeteyan dîmenên jêkirina keziya wê weşand jî nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Keziyên şervana jin hat jêkirin. Piştî vê bûyerê, me hemûyan biryar da ku em bi van keziyan şer bikin. Lewma ez dibêjim ku emê keziya xwe bikin benê darvekirina dijmin.”